Rexne ya edebî pişkeke ji edebnasîyê ye. Çendîn qonax û çax derbazkirî ne. Li her qonax û çaxkê de rexnegirî bi awayekê serederî digel têksta edebî kirî ye. Rolekê baş lîstî ye ji bo pêşxstina têkstên edebî. Çendîn teorî derketîne holê. Derketina her teorîyekê ji bo serastkirina şaşîyên teorîyên pêş xwe bû û li ser şaşîyên wan di sekinî. Heta roja îro guhartin di rexna edebî de di domin. Rojavaya (herwiha Rojavayê tê gotin), Başûrê Rojavayê, Başûrê Bîçûk an jî Binxetê, navê perçeya Rojavayê ye ku dikeve nav sînorên Sûriyê. Serbajarê herêmê Qamişlo ye. Dîroka rexne ya edebî li roj avayê ji bo çaxê kovara Hawar (1932-1942) dizivre, ku bizava rojnamevanî li rojavayê ji kovara Hawar despêdike. Çunkî hin nivîskaran mijarên rexne di nava rûpelê kovara Hawar de belavkirin weke “Hevindêsorî, Dr.K.Bedirxan, Cegerxwên”.Îcar Her li hijmara yekem a Hawarê, ku 1932, gotarek bi navê “Edebiyata Welatî”, li rûpelê 5. Ji bal Dr. Kamîran Alî Bedirxan bû.
Literary criticism is being included in a part of literature. Although many stages and ages have been crossed; at every stage and stage, criticism is directly related to the literary text. It holds a crucial role in the development of literary texts. Besides, several theories are available for this purpose; however, the emergence of each theory was to correct the mistakes of the previous theories and focused on their mistakes. To this day, changes in literary criticism continue. Rojavaya (also called Rojava), South Rojava, South Little or Binkhet, is the name of the part of Rojava that falls within the borders of Syria. The capital of the region is Qamişlo. The history of literary criticism in the past dates back to the period of the journal Hawar (1932-1942), which started the journalistic movement in the West from Hawar. Since some writers published critical issues in the pages of Hawar journal such as "Hevindêsori, Dr.K.Bedirxan, Cegerxwên", an article called "Edebiyata Welati", on page 5 was written by Dr. Kamiran Ali Bedirkhan in the first issue of Hawar in 1932.